Mesrûr Barzanî: Kurdistan ji pêsvebirina pêwendiyên bi Pakistanê re amade ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 10ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Pakistanê silav û rêzên serkirdetiya Pakistanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanm û daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî û perwerdehiyê de ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Pakistanê.
Balyozê Pakistanê bal kişand ser pêşketin û avakirin û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê, ku weke faktora aramî û segamgîriyê ye li navçeyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî tekezkirina li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Pakistanê, behsa bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhêneran kir.
Di civînê de herwiha derfetên kar û hemahengiya hevbeş ji bo mijarên cihê girîgiyê yê herdu aliyan in, hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin