Mesrûr Barzanî: Kurdistan dixwaze bi welatên Erebî re pêwendiyên wê bas bin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Nîsanê li Hewlêrê bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt û şanda ligel wî re civiya.
Di civînê de rewşa Iraqê û pêwediyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên erebî hatin gotûbêjkirin.
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt pesnê rol û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê da ku pêşketineke aborî ya mezin bi dest ve aniye.
Herwiha destnîşan kir ku serdana wî bo Herêma Kurdistanê, peyamek e ji welatên Erebî re ku pêwîst e di çarçoveya Iraqa federal de pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi pêş ve bibin, bi taybetî di warê bazirganî û weberhênanê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî kir û hêvî xwest ku Kombenda Erebî roleke giring di çareserkirina pirsgirkên Iraqê de bibîne.
Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê yên baş bi welatên erebî re hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin