Rutte: Mesrûr Barzanî dixwaze Kurdistan bibe herêmeke pêseng di warê çandiniyê de

10 November 2020 13:07 0 dîtin
Rutte: Mesrûr Barzanî dixwaze Kurdistan bibe herêmeke pêseng di warê çandiniyê de

PeyamaKurd – Bo bihêzkirina peywendiyên Kurdistan û Holanda û hevahengiya her du aliyan di warên çandinî û emnî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Lahay li gel Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte civiya. Di derbarê vê civînê de Serokwezîrê Holandayê dide zanîn, ''Mesrûr Barzanî dixwaze herêma xwe bike herêmeke pêşeng di warê çandiniyê de.”

Wezîrê Pilandanînê û Serokê Desteya Weberhênanê ji endamên şanda li gel Serokwezîrê Kurdistanê ne, do ji bo serdanên welatên Ewropî bikin bi rê ketin.

Mark Rutte di derbarê civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, ji Rûdawê re diyar kir: “Civîneke pir baş bû, we serokwezîrekî bêhempa heye. Me dostatiyeke baş heye, bêguman me di destpêka îsal de li Munchenê hevdu dît, bi taybet em li ser wê yekê axivîn ku bi çi awayî hevkar bin di warê çandiniyê de û di warê aboriya giştî de, bêguman me behsa hevkariya xwe kir derbarê rewşa giştî ya Iraqê de, lê belê bi taybetzêdetir fokusa me li ser rewşa bakurê Iraqê bû li Hewlêrê.”

Civîn bi giranî li sektora çandiniyê bûye û Rutte di derbarê vê mijarê de dide zanîn:  “Ji ber ku em duyemîn hêza mezin a hinardekar in di warê çandiniyê de. Ez dizanim û baweriya min ev e ku armanca Serokwezîrê we dixwaze herêma wî bibe herêmeke pêşeng di warê çandiniyê de.”

Di twîtekê de Serokwezîrê Holandayê li ser civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re daye xuyakirin, Holanda û Herêma Kurdistana Iraqê peywendiyeke wan a karkirinê ya baş li çend cihan heye. Di civîna xwe ya li gel Serokwezîr Barzanî de, me çend mijarên weke pirsên emnî li navçeyê, koç û geşepêdana bi peywendiyên du alî di warê çandiniyê de kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di derbarê serdana Mesrûr Barzanî bo Holandayê de, daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, ku Serokwezîr hewl dide sûdê ji pisporiya welatên Ewropayê werbigre, ji bo pêşxistina aborî û weberhênanê, ew jî ji bo bihêzkirina aboriya Herêma Kurdistanê ye.

Holanda piştî Amerîkayê duyem welat e li cîhanê ku zêdetirîn şînkayî û mêweyên taze dişîne Ewropayê.

Herwiha Holanda bi gulên xwe gelekî navdar e, ji Holanda li seranserî cîhanê gulên sirûştî tên belavkirin, hemû cîhan sûdeke mezin ji ezmûna çandiniyê ya Holandayê werdigrin û anîna ezmûna Holandayê ji bo Kurdistanê dê gelekî sûdmend be.