Hikûmeta Kurdistanê hemû karê bazirganiya bi Îranê re rawestand
PeyamaKurd - Rêvebirê Raguhandin û Pêwendiyan yê Deriyê Sînorî yê Başmaxê Îsmaîl Elî Axa ragihand ku bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî tevahiya pevguhartina bazirganiyê bi Îranê hate rawestandin.
Cîgirê Rêvebirê Raguhandin û Pêwendiya yê Deriyê Sînorî yê Başmax Îsmaîl Elî Axa ji K24ê re daye xuyakirin, ji îro demjimêr 16:00 pê ve, hemû pevguhartina bazirganiyê bi Îranê re hat rawestandin.
Elî Axa got, ew biryar hemû deriyên sînorî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re lixwe digire.
Beriya niha jî bi sedema belavbûna vîrusa koronayê û rêgiriyên li hember wê vîrusê, çûnûhatina geştiyaran di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatibû rawestandin.
Ev biryar piştî ku berpirsên Îranê ragihandin ku heta niha li Îranê 12 kes ji ber vîrusa koronayê can dane û li 47 kesên jî belav bûye hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin