Nîkaraguayê bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi dawî kir
PeyamaKurd – Alîkarê serokkomarê Nîkaraguayê Rosario Murillo ragihand ku welatê wî hemû pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi “hikûmeta faşîst û qirker a Îsraîlê re bi dawî dike.”
Cîgirê serokkomarê Nîkaraguayê ku welatekî Amerîkaya Naverast e, doh înê ragihandiye ku welatê wî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re bi dawî kiriye ku ji aliyê hikûmeta Daniel Ortega ve ji ber şerê wê li dijî Hamasê li Xezeyê bi tundî dihat rexnekirin.
Cîgirê serokwezîr Rosario Murillo weha gotiye: “Serokê me ji Wezareta Karên Derve xwest ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta faşîst û qirker a Îsraîlê re bi dawî bike .”
Li gorî agahiyên heyî, biryara wî welatî sembolîk e, ji ber ku hema bêje bazirganiya di navbera her du welatan de qet tune ye. Her weha balyozxaneya Îsraîlê jî li Nîkaragua tune ye.
Îsraîl û Nîkaraguayê 28ê Adara 2017an careke din dest bi pêwendiyên dîplomatîk kiribûn piştî ku hikûmeta Daniel Ortega sala 2010an jî ew têkiliyên dîplomatîk bi dawî kiribû.
Daniel Ortega, pêşengiya Tevgera Sandinîsta (FSLN) kir ku sala 1979an bû hikûmdar û dîktatoriya Anastasio Somoza hilweşand. Ew ji sala 1985an heta 1990î serokkomarê Nîkaraguayê bû û sala 2007 careke din vegeriya ser hikum û heta îro desthilatdar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin