Siûdî û Îranê li ser pêwendiyên dîplomatîk li hev kir: Balyozxane têne vekirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiyên Tehran û Riyadê li ser asayîkirina pêwendiyan demek dirêj bû hewldan dihatin kirin, li hev kir.
Ligorî lihevkirinê, wê hikûmetên Îran û Erebistana Siûdî di nava du mehan de balyozxaneyên ji nû ve xwe vekin.
Lihevkirina Tehran û Riyadê bi navbeynkariya Çînê li Pekînê pêk hat û her sê aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş eşkere kirin û herwiha spasiya hewldanên Iraq û Umanê jî hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê Wezîrên Derve yên Îran û Erebistana Siûdî ji bo amadekariyên têkiliyên dîplomatîk û asayîkirina pêwendiyan bicivin.
Li aliyê din Sekreterê Asayîşa Niştimanî ya Îranê jî got ku wê pêwendiyên Tehran û Riyadê, aramî û îstiqrara herêmê bihêztir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin