Barzanî: Divê di hemû waran de pêwendiyên ligel Kanadayê bên pêsxistin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Balyozê Kanada li Iraqê Paul Gibbard û Birêvebera Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê Ashley Durec re civiya.
Di hevdîtinê de li ser mijarên, parastina serkeftinên li dijî DAIŞê hatin bidestxistin, destpêkirina qonaxa avadankirina navçeyên ji ber şer ziyan dîtine , vegera koçber û penaberan ji bo cih û warên wan hatin axaftin.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya Kanada ya li Iraq û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de spasî li Kanadayê kir. Nêçîrvan Barzanî di civînê de bi kurtî behsa program û karên pêşîn ên wan yên li Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê kir û ji bo çareserkirina kêşeyan bingehgirtina destûrê nîşan da.
Herwiha Barzanî xwest ku di hemû waran de peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Kanadayê werin bipêşxistin. Balyozê Kanada li Iraqê Gibbard, xweşhaliya xwe bi asta peywendiyên wan li gel Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya pêşvebirina zêdetir a peywendiyan xwest.
Li aliyê din nirxandina rewşa siyasiya Iraqê, bicihkirina destûrê, rêgirîkirina li serhildana terorê, rewşa koçber û penaberan û sûdwergirtina ji ezmûnên serkeftiyên Kanada jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin