Nêçîrvan Barzanî: ‘Jinên Kurdistanê di hemû waran de jêhatî ne, divê pistgiriya zêdetir bê dayîn’

11 December 2022 12:54 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: ‘Jinên Kurdistanê di hemû waran de jêhatî ne, divê pistgiriya zêdetir bê dayîn’

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê yekem ê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, bi boneya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yekîtiya Afretên Kurdistanê) peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, divê piştgiriya zêdetir li rol û beşdariya çalak a jinan bê kirin û derfetên zêdetir bên dayîn.

Di peyama xwe ya 70emîn salvegera Yekîtiya Jinên Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê û hemû jinên Kurdistanê kir û wiha got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di têkoşîna neteweyî de xwedî dîrokeke geş û xwedî roleke bibandor e di xebata nîştimanî de û yek ji pêşengên têkoşîna sivîl û rêxistinî ye. Her tim navendeke diyar a gihandina têkoşeran bûye di nav jinên qurbanîder û serkirde di warên sivîl, siyasî, perwerde û çandî  ya Kurdistanê de.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Ev yek encama hebûna hizra wekhevîxwazan e di bîr û baweriyên Nemir Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê de û her wiha nîşana xwebawerî û jîndariya jinên Kurdistanê di dîtina rola xwe ya berpirsyar di dîroka Kurdistanê de ye.”

Di dewamê de jî Nêçîrvan Barzanî bibîr xist: “Jinên Kurdistanê nîşan dane ku di hemû waran de xwedî şiyan û jêhatî ne, divê piştgiriya zêdetir li rol û beşdariya çalak a jinan bê kirin û derfetên zêdetir bên dayîn ji bo xizmeta civaka me.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî, piştgîriya xwe ji bo Yekîtiya Jinên Kurdistanê di tekoşîna rêxistinî û medenî ya ji bo parastina maf û daxwazên jinan û xurtkirina prensîbên çandî yên wekheviyê ji bo civakeke nûjen dubare kir.