Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê wê weke welatê hemû pêkhateyan bimîne
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî got, em ê hemû pêkhateyan misoger bikin da ku Herêma Kurdistanê weke her carê, weke welatê hemûyan bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina sersala Asûrî-Babilî û Cejna Akîtuyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got, “Ez ji dil û can pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên me yên Keldanî, Asûrî û Suryanî yên ku li Herêma Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dijîn, sersala Aşûrî-Babilî û Cejna Akîtu dikim. Ji wan re cejneke serkeftî û aram dixwazim.
Bi vê minasebetê em tekezî li ser parastina çanda wekhevî, maf, azadî, yekrêzî, hevdûrehmkirin û qebûlkirina hevdu di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de dikin. Herwiha em pêbaweriyê didin hemû pêkhate û birayên xwe yên Mesîhî, da ku Herêma Kurdistanê weke her tim, weke welatê wan hemûyan bimîne.
Cejna Akitu pîroz be, her sala we bi bextewariyê re derbas bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin