Nêçîrvan Barzanî: Pêwiste Herêma Kurdistanê weke heremekî federal pê re kiryar bên kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û heyeta pê re li payîtexta Harêma Kurdistanê li Hewlêrê qebûl kir.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Amerîka-Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye kirin. Xebatên li ser çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Bexdayê, mijara budçê û bi taybetî mehaneyên xebatkarên Kurdistanê mijarên wan bûn.
Barzanî û Romanowski balê kişandin ser diyaloga navbera Hewlêrê û Bexdayê û gotin ku divê diyalog bi erênî be û bigihên wê encamê ku karibin mafên temamê terefên pêkhate bigrin bi garantiya destûrê û aştiyê û îstîqrara siyasî biparêzin.
Nêçîrvan Barzanî got ku divê sîstema federal çawa di nava ddestûrê de cîh girtiye, divê bi wî şeklî bê bicîhanîn û Herêma Kurdistanê weke heremekî federal pê re kiryar (muammele) bê kirin. Barzanî weha got:
“Dewama dijberî û arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ne di fêda welat de ye.”
Di hevdîtinê de, her dû teref behsa girîngiya hevkariya partiyên siyasî yên Kurdistanê û bi taybetî yê PDKê YNKê kirin. Her weha derfetên veberhênanê yên xwe cîh û biyaniyan li Herêma Kurdistanê, xwurtkiirna sektora taybet ya Kurdistanê, rewşa Êzîdiyan û Peymana Şengalê mijarên axaftina her dû terefan bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin