Samuel Warberg: Amerîka dixwaze têkiliyên xwe bi Kurdan re xurt bike

11 January 2024 11:08 0 dîtin
Samuel Warberg: Amerîka dixwaze têkiliyên xwe bi Kurdan re xurt bike

PeyamaKurd – Berdevkê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Samuel Warberg ragihand ku Amerîka dixwaze têkiliyên xwe bi gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî bi Kurdan re xurt bike.

Berdevk Warberg di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, rêveberiya niha ya Amerîkayê dixwaze pêwendiyên xwe bi hemû hikûmet û neteweyên Rojhilata Navîn re bihêztir bike.

Warberg bal kişand ser wê yekê ku Amerîka dixwaze têkiliyên xwe bi taybetî bi gelê Kurd re xurt bike û got, “Ji bo rewşa Rojhilata Navîn ya herî girîng aramî ye. Ji bo parastina gelê herêmê ji êrîşên terorîstan û nehiştina destêwerdana Îranê û nûnerên wê di karûbarên wan de, pêwîst e em bi welatên Rojhilata Navîn re hemahengî û pêwendiyan pêk bînin.”

Derbarê serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bo Rojhilata Navîn jî Warberg got, "DYA naxwaze îradeya xwe li ser gel ferz bike. Blinken derbarê paşeroja Rojhilata Navîn de xwedî hin nêrînan e."