Tirkiye dixwaze Amerîka têkiliyên xwe ji PYDê bibire

03 November 2018 13:48 0 dîtin
Tirkiye dixwaze Amerîka têkiliyên xwe ji PYDê bibire

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Sedat Önal di 1 û 2 yê mehê de li Washingtonê bû. Li Washingtonê bi musteşarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi David Hale û musteşarê wezareta bergiriyê John Rood re hevdîtinan kir.

Di hevdîtinan de behsa hevkariya herêmî û birêxistina peymanên nav her dû dewletan da bê aktîvkirin hat axaftin. Dawîlêanîna têkiliyên Amerîkayê bi YPG ê re li Sûriyê hat axaftin. Mijara FETÖ mijareka dinê ya hevdîtinêbû.

Amerîka jî ragihand ku ew ji berdana rahîb Brunson û dewriyeyên Munbicê yên hevpar ku di navbera her dû dewletan de dane destpêkirin razî ne.