Samuel Warberg: Tu pêwendiya Amerîka bi bûyerên Sûriyê re nîne
PeyamaKurd – Berdevkê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Samuel Warberg red kir ku tu têkiliya welatê wî bi bûyerên dawî yên li Sûriyeyê re hebe.
Samuel Warberg di daxuyaniya xwe de got: “Gotinên ku dibêjin Amerîka li pişt bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ye, bêbingeh û bêwate ne.”
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî li ser telefonê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Bassam Sabbag re derbarê êrişa komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên li dijî artêşa Sûriyê de axivî û îdia kir ku aktîvkirina komên çekdar ên opozîsyonê planeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ye.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan ku bingehê wê li Brîtanyayê ye, ragihandibû ku ji roja çarşema 27ê Mijdara 2024an heta niha 242 kesan di şer û pevçûnên berdewam de jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin