Rûsya: Em amade ne li ser mijarên Sûriyê pêwendiya me bi Amerîkayê re hebe
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov diyar kir, welatê wan amade ye li ser mijarên Sûriyê pêwendiya wan bi Amerîkayê re hebe.
Mikhail Bogdanov da zanîn, Rûsya derbarê krîza Sûriyê de amade ye pêwendî bi Washingtonê re deyne.
Herwiha Mikhail Bogdanov eşkere kir: “Niha dibe ku li ser xeta serbazî hinek pêwendiyên me ligel Amerîkayê hebin, em amade ne ku ji bo dirêjkirina van pêwendiyan.”
Herî dawî got: “Amerîka hatibû vexwendin ku weke çavdêr di civînên Astanayê de amade be, lê belê ew amade nebûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin