Rûsya:Em amade ne li Sûriyê agirbesê bifikirin lê sertên me hene
Rûsya ragihand ku ew bo teklîfa Neteweyên Hevgirtî amade ne bifikirin da bo 30 rojî li Sûriyê agirbesê çêbikin. Rûsya şert dide pêş û dibêje; agirbes ne bo El Nusra, DEAŞ û grûbên din be.
Ragihandina Rûsyayê ji wezîrê karê derve, ji Sergey Lavrov hat. Lavrov got ku eger ew grûbên navborî ne di nava agirbesê de bin, ew amade ne ku li ser pêşniyara Neteweyên Hevgirtî bifikirin.
Wezîr Lavrov got; grûbên DEAŞ û El Nusrayê li Şamê jîngehan bobebaran dikin û weha dewam kir: “Berpirsên me yên leşkerî ku li Navenda Çavdêriya Agirbesê dixebitin, weka me li Helebê çawa kiribû, me xwest ku mîlîtanên li Xûta Rojhilat ya nêzî Şamê bi aştiyane herêmê terk bikin. Fetîh El Şam û grûbên bi ser wan ve pêşniyara me red kirin û bombebarana xwe dewam kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin