Rûsya amade ye ji bo HSD tevlî artêsa Sûriyê bibe hevkariyê bike
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn ragihand, Rûsya ji bo Hêzên Sûriya Demokraktîk (HSD) beşdarî nav artêşa Sûriyê bibe amade ye hevkariyê bike û piştgiriyê bide danûstandinên herdu aliyan.
Verşînin got, “Em amade ne hevakrîya herdu alîyan bikin daku dest bi danûstandinan bikin.”
Piştî êrîşên Tirkiyê yên 9ê Cotmeha 2019an dest pê kirin, HSDê bi artêş û hikûmeta Sûriyê re rêkeftinek çêkiribû ku hêzên rejîmê li deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê bicih bûbûn.
Herwiha rêveberiya xweser a Rojava jî ragihandibû ku rêkeftin tenê leşkerî ye û dê rêveberiya wan li herêmê berdewam be heta ku çareseriyeke siyasî bê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin