Reuters | HSD: Pistî çareseriya siyasî em ji hevdîtinên tevlîbûna artêsa Sûriyê re amade ne
PeyamaKurd – Rayedarekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Reutersê re ragihand ku heger krîza siyasî ya Sûriyê were çareserkirin ew amade ne hevdîtinên bo beşdarbûna artêşa Sûriyê bikin.
Li gorî nûçeya Reutersê rayedarê HSDê gotiye, dema çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re hat dîtin HSD jî amade ye hevdîtinên bo beşdarbûna nav artêşa Sûriyê bide destpêkirin.
Herwiha îro rayedarekî HSDê ji medya Rûsî re ragihandiye ku ew vekişiyane 32 km başûrê sînorê Tirkiyê.
Wezareta Derve ya Rûsyayî jî îro pêncşemê ragihand ku di çarçoveya rêkeftina bi Tirkiyê re, hêzên Kurdî dest bi vekişîna ji herêmên sînorî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin