Dîmîtrî Brega: Rûsya dixwaze Esed bikisîne ser xeta çareseriya siyasî
PeyamaKurd – Piştî êrîşên HTŞ û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ji nişka ve û kontrolkirina Heleb û hin deverên din, helwesta Rûsyayê ya li hember van êrîşan tê nîqaşkirin ku Rûsyayê heta niha jî bersiveke tund nedaye wan êrîşan.
Tora El Hura li ser sedema helwesta sar a Rûsya ya ji bo êrîşên ser Helebê cih daye nirxandinên şîrovekarê siyasî yê rûsî Dîmîtrî Brega.
Brega gotiye, "sarbûna helwesta Rûsya, krîza siyasî ya li Sûriyê nîşan dide ku Moskow hewl dide bi rêbazên siyasî çareser bike."
Siyasetmedar Ramî El Şair ê li Moskowê dimîne jî daye zanîn, sarbûna Rûsyayê encamên nakokiyên di navbera Moskow û Şamê de ye.
El Şair dibêje, derengmayîna Şamê di bersivdana însiyatîfên çareserî û aramkirina welêt de sedema nakokiyên Rûsya û Şamê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin