Mezlûm Ebdî: Samê pista xwe daye çareseriya siyasî
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ‘HSD’ Mezlûm Ebdî, bi awayê online beşdarî beşdarî kongreya 4an a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bû û axaftinek kir.
Ebdî di axaftina xwe ya ku pîrozbahî li Kongreya MSDê kir de, bal kişand ser ku rejîma Şamê hîna pişta xwe daye çareseriya siyasî û bûyerên li Dêrazorê bibîr xistin: “Me ev yek di bûyerên vê dawiyê yên li herêma Dêrazorê de dît. Îtîlaf jî girêdayî ajandeyên derve û tu bernameyên wê tune ne. Herwiha li gel hêzên navneteweyî bernameyeke xurt tune ye ku çareseriyê bi rê ve bibe.”
Fermandarê HSDê got, “Di demeke ku rejîma Sûriyê û muxalefet xwe dispêre derve de, di dîtina çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê de bi bin ketin, wek HSD me avakirina MSDê wek pêwîstiyeke dîrokî dît. Di encama binkeftina siyasetên li Sûriyê de, Sûriye bûye qada “komên terorîst û radîkal”, Vê yekê rewşeke bêhêvî li cem tevahî Sûriyeyan çêkir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin