ENKSê û Mezlûm Ebdî gotûbêj li ser lihevkirina HSDyê û Samê kirin

15 March 2025 10:24 0 dîtin
ENKSê û Mezlûm Ebdî gotûbêj li ser lihevkirina HSDyê û Samê kirin

PeyamaKurd – Doh, 14ê Adara 2025an, Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif daxuyand ku şandeyeke wan roja Pêncşemê, 13ê Adara 2025an, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re hevdîtinek pêk anî 

Hat ragihandin ku di civînê de, her du aliyan bi giştî rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriyeyê û pêşhatên dawî nirxandine.

Feysel Yûsif diyar kir ku di hevdîtinê de lihevkirina di navbera Serokê demkî yê Sûriyêyê Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de ku di 10ê Adarê de hatibû eşkerekirin, bû mijara danûstandinan. 

Her du aliyan li ser vê lihevkirinê nerînên xwe bi par ve kirine, ku yekparçeyiya axa Sûriyê wekî xala sereke tê destnîşankirin. 

Wekî din, biryar hatiye dayîn ku HSD tevlî sîstema bergiriya niştîmanî ya Sûriyeyê bibe û kontrola deriyên sînorî, balafirxane, zeviyên petrol û gazê û dezgehên sivîl ên bakurê rojhilatê Sûriyê bi Şamê ve bê girêdan.

Berdevkê ENKSê her weha da zanîn ku her du aliyan li ser avakirina şandeyeke hevpar û yekgirtî ji bo destpêkirina danûstandinên bi desthilatdarên Şamê re li hev kiriye. 

Armanca vê şandeyê dê ew be ku mafên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya qonaxa demkî de biparêze.