ENKSê bersiv da Mezlûm Ebdî: Em her tim ji dîyalogê re amade ne!
PeyamaKurd - Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bersiv da daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya li ser îhtimala destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro di daxuyaniyekê de gotibû, “Niha daxwaza dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî tê kirin, mimkun e li dawiya meha Tebaxê ya bê, danûstandinên Kurdî - Kurdî ji nû ve dest pê bibin.”
Li ser daxuyaniya Mezlûm Ebdî, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif got: “Ji dema ku diyalog di dawiya 2020an de hatine rawestandin ve, me her tim daxwaza diyaloga Kurdî – Kurdî kiriye û me ji Amerîka û welatên Ewropî re jî gotiye ku em her tim jê re amade ne, lê aliyê din (PYNK) ne amade bû û ofîsên ENKSê dişewitandin û serkirde û endamên wê digirtin.”
Feysel Yûsif ji K24ê re daye xuyakirin: “Mijara diyaloga Kurdî – Kurdî, stûneke sereke ye û berjewendiya miletê me tê de heye û pê re ne, lê divê bingehek ji diyalogê re hebe û divê girtî bên berdan û êrîşên ku di ragihandinê de li ser ENKSê tên kirin, bên rawestandin. Dema ku em li hevdu rûnin, divê bawerî di navbera me de hebe.”
Yûsif diyar kir, “ENKS hêzeke siyasî ye û karên xwe bi awayekî aştiyane û demokratîk dike, ew ji bo berjewendiya miletê xwe hin tiştan derbas dike, lê her divê bingehek ji diyalogê re hebe.”
Berdevkê ENKSê wiha pê de çû: “Ew belgeya ku ENKS û PYNKê li ser lihev kirine û aliyê Amerîkî û HSDê li ser îmze kiriye, di xaleke wê de hatiye ku xalên li ser lihevhatin hatiye kirin, pêwîst nake ku em careke din lê vegerin, wek Nêrîna Siyasî û lêvegera Kurdî ya Bilind. Em ê ji xala ku em gihîştinê ve, careke din dest bi diyalogê bikin.”
Feysel Yûsif da zanîn, “Di vê rewşa niha ya ku gef li Rojavayê Kurdistanê hene de, pêwîstiyeke zêde bi yekhelwestiya kurdî heye.”
Berdevkê ENKSê dawiyê jî got: “Di dema ku Mezlûm Ebdî behsa destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî di meha Tebaxa bê de dike, heta niha ti agahdariya me ji vê yekê tune ye, lê tevî wê jî em her tim ji diyalogê re amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin