Li Amerîkayê di bûyerên siddetê de di 7 mehan de 25.190 kes mirin

01 August 2023 22:17 0 dîtin
Li Amerîkayê di bûyerên siddetê de di 7 mehan de 25.190 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li gor rêjeyên arşîva ‘Gun Violence Archive’ ku rojane çavkaniyên xwe ji 7 hezarî zêdetir çavkaniyan digrin, ji serê salê heya niha di nav 7 mehan de 25.190 kes di bûyerên şiddetê de jiyana xwe ji dest dane û 22.162 kes jî birîndar bûne.

Li gor arşîva navborî; encamên li jorê di encama 11.132 bûyeran de çêbûne. Di nav kuştiyan de zarokên temenên wan di navbera 0-11an de ne 170 kes û yên di navbera 12-17 salan de ne 878 zarok hene. Di heman temenan de zarokên ku birîndar bûne 2.617 kesin.

Bûyerên ku polîs ketine nava wan 34 ji wan polîs 859 kes jiyana xwe ji dest dane. 218 polîs û 706 kesên din birîndar bûne.

Li Amerîkayê di sala 2022an de di encama bikaranîna çekan de 44.362 kes mirine û 38.592 kes birîndar bûne. Di sala borî de zarokên temenên wan di navbera 01-17an de 1.683 zarok bi çekan mirine û 4.487 zarok birîndar bûne.