Bablîsokê li Amerîkayê xist: Herî kêm 7 kes mirin

18 May 2024 19:04 0 dîtin
Bablîsokê li Amerîkayê xist: Herî kêm 7 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li bajarê Houstonê bi sedema rabûna bablîsokê herî kêm 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ji baregeha Şerîf ya Harris County ragihandiye, bi sedema bablîsokê û bobelatê 7 kes mirine. Mirin bêhtir ji xetta elektrîkê, qelibandina dar û vîncê û ji lêdana brûskê çêbûye.

Di bajêr de bayê rabûye di seetê de 160 km bilez çûye û li navenda bajêr bûye sedema xesara mezin.