Li Amerîkayê bablîsok rabû: Herî kêm 50 kes mirin

11 December 2021 19:37 0 dîtin
Li Amerîkayê bablîsok rabû: Herî kêm 50 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaletên rojavayê navîn û başûr bi sedema rabûna bablîsokê jimara kesên mirin ji 50 kesî derbas bû. Ragihandin ji aliyê parêzgerê Kentucky de hat dayîn.

Bablîsok ji do êvarê de li eyaletên bi navên Arkansas, Illinois, Kentucky, Missouri û Tennessee bi giştî li 5 eyaletan rabû. Parêzgerê Kentucky got ku tîmên lezgîn mudaxele dikin û xebata wan berdewame. Zerara zêde li navneda Garves County a Kentucky de çêbû. Hat ragşihand ku bi taybetî zerara mezin dibe li bajarokê Mayfieldê ku nûfûsa wê 10 hezare çêbûbe.