Li Hindistanê lehî rabû: Herî kêm 134 kes mirin

01 October 2019 10:24 0 dîtin
Li Hindistanê lehî rabû: Herî kêm 134 kes mirin

PeyamaKurd - Li Hindistanê ji ber barana zêde xanî xera bûn, mal û kolan di bin lehîyê de man. Herî kêm 134 kes mirin. Maran bi hin welatîyan ve da û ew kuştin.

Li gor zanyariyan, di sed salên dawiyê de tu bi caran qasî Îlona 2019an baran nebariye. Lehî herî zêde li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar rabû.

Li eyaleta Uttar Pradeşê girtîgeheka li rexa çemî hat valakirin û girtî ji wê derê hatin tehlîyekirin.

Serokwezîrê Uttar Pradeşê, Yogi Adityanathî daxuyandîye ku ji bo her yek ji felaketzedeyan 400 hezar Rupi (33 hezar TL) dê were dayin.