Li Sudanê lehî rabû, bi dehan kes mirin
PeyamaKurd- Li Sudanê ji ber barîna barana zêde, li gelek deveran lehî rabû û hat ragihandin ku ji ber van lehiyan, bi giştî 112 kesan canên xwe ji dest dane.
Ji aliyê Civata Parastina Sivîlan ve li ser lehiyan daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku li deverên cuda yên welêt, barîna baranê dewam dike û ji ber vê jî 35 hezar xanî bi temamî xirab bûne û 49 hezar xanî jî bi awayê beşkî zerar dîtine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di van lehiyan de 112 kesan canên xwe ji dest dane û 115 kes jî birîndar bûne.
Ji ber baran û lehiya ku li Menagila ser bi bajarê Cezîreyê ve mirî û birîndar zêde bûn, ew der wekî “herêma karesatê” hatibû destnîşankirin.
Ji aliyê Ofîsa Koordînasona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî hat ragihandin ku ji 18 bajarên Sudanê, li 15an baran û lehî zêde bûne û hejmara kesên ku di bin bandorê de mane, gihîştiye 226an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin