Lehî rabû û 13 kes mirin

25 July 2020 23:45 0 dîtin
Lehî rabû û 13 kes mirin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa bi ser Hûsiyan Sabayê li bajarê Hudeyde bi sedema hatina barana zêde lehî rabû û di encamê de 13 kes mirin. Baran roja înê destpêkiribû û niha dewam dike. Lehî bi xwe re 50 avahiyan biriye û bi sedan xanî zerarê dîne. Bi sedan heywan telef bûne.

Lehiyê bêhtir li navçeyên Ez-Zehra, El-Kanavis û El-Luhayye zerarê daye xelkê. Gelek kes bê xanî mane.