Li Afganistanê car din lehî rabû û 50 kes mirin

18 May 2024 22:06 0 dîtin
Li Afganistanê car din lehî rabû û 50 kes mirin

PeyamaKurd – Li Afganistanê li eyaleta Ghorê di nav 24 seetan de, bi sedema barana zêde lehî rabû û herî kêm 50 kes jiyana xwe ji dest dan. Afganistan hêj derdê bobelata berê ji ser xwe navêtibû, bobelatekî nûh bi serê wê de hat.

Berdevkê polîsê parêzgeha Ghorê Abdul Rahman Badri ragihand ku di 24 seetên dawiyê de baran û lehî bû sedema mirina 50 kesan. Hêjî bende ne ku jimara miriyan zêdetir bibe. Berdevk Badrî got:

“Vê bobelata mezin bû sedema mirina bi hezarî ajalan jî. Bi sedan hektar araziyên çandiniyê, bi sedan pir, menfez û daran ji ortê rakir.”

Berdevkê parêzgerê Ghorê Abdul Wahid Hamas jî ragihand ku bi deham kes heya niha wenda ne.