Li Afganistanê lehî rabû: 21 mirî, 6 birîndar

25 February 2025 19:09 0 dîtin
Li Afganistanê lehî rabû: 21 mirî, 6 birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li eyaleta Farah a Afganistanê ji ber barana zêde û tund lehî rabû.

Li gorî ragihandina berpirsên eyaletê di encama rabûna lehiyê de, ziyaneke mezin çêbûye û 21 kesan can daye, 6 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê Rêveberiya Karesatan Mohammad Israel Sayar, eşkere kir ku zarok û jin di nav de 21 kes di lehiyê de mirine û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Saziya Keşnasiya Afganistanê jî ji bo 32 eyaletên welat ku ji 34 eyaletan pêk tê, hişyariya şape û lehiyên nişkave daye ku bandora barana xurt li ser wan heye.