Li Afganistanê lehî rabû: 182 mirî, 250 birîndar

01 September 2022 19:55 0 dîtin
Li Afganistanê lehî rabû: 182 mirî, 250 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama barîna barana zêde de, li Afganistanê lehî rabûne û bi sedan kes bûne qurbanî.

Berdevkê Rêveberiya Afganistan a Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid eşkere kir, di encama lehiyên ji ber pêla barana zêde rabûne de, 182 kes mirine û 250 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Zebîhullah daxwa civaka navdewletî û îslamî û rêxistinên mirovî kir, alîkariya bilez ji bo hikûmetê û cihên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine bikin.

Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê zêdetirî 3 hezar xanî hilweşiyane û li rojhilatê welat, zirareke mezin gihîştiye sektorên çandinî û ajalvaniyê.