Li Îranê lehî rabû: 17 mirî û 74 birîndar
PeyamaKurd- Serokê Rewşa Lezgîn ya Îranê Pîr Huseyîn Kolyond bo ajansa IRNA yê ragihand ku li bajarê Şîrazê bi sedema barana zêde, lehî rabû, erebeyan da ber xwe û wan bi xwe re bir. Di encamê de 17 kes can dan û 74 kes birîndar bûn.
Kolyond ragihand ku di nava miriyan de 3 kes ji wan zarokin, 32 kes li ser linga tedawî dîne û 42 kesan jî birine nexweşxaneyên cuda. Her weha serokê beşa Navenda Trafîkê ya Asayîşa Giştî ya Îranê Nadir Rehmanî jî ragihand ku li bajarê Şîrazê di ser 200 otomobîlan de erebe, bi lehiyê kaş bûne û bûne xurde.
Rêvebiriya Trafîkê ya Giştî ya Îranê şîretê kir ku heya kes ne mecbûr be, di van çend rojan de rêwîtiyê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin