Li eyaleta Loristana Îranê otobus di helan de çû jêr: 10 mirî û 4 birîndar hene

21 December 2024 19:55 0 dîtin
Li eyaleta Loristana Îranê otobus di helan de çû jêr: 10 mirî û 4 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Loristanê otobusa ku 40 rêwiyan hildigirt di helan de çû jêr û di encamê de 10 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Xebata rizgarkirina rêwiyan dewam dike.

Rêvebirê asayîşa eyaleta Loristanê Muhammed Gademi di daxwuyaniya xwe de got ku otobus ji eyaleta Huzistanê diçû Kirmanê û li ser rêya Andimeşk-Poldohter qeza kiriye.

Qeza li gor seeta Îranê di 12.39an de bûye û di encamê de 10 kes mirine û 4 kes birîndar bûne.