Li eyaleta Kirman a Îranê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku li eyaleta Kirmanê bi hêza 5 pileyan erdhejekê rû daye.
Hate diyarkirin ku erdhej li demjimêr 14:47’an, di kûrahiya 8 kîlometran de li bajarê Hocedk ê Kirmanê çêbûye.
Heyva Sor a Îranê jî piştî erdhejê ragihand, ji bo tespîtkirina ziyan û xisaran tîmên hawarçûnê bi rê ketine û heta niha ti agahiyên mirin û birîndarbûnê nehatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin