Li eyaleta California ya DYAyê erdheja bi dereca 7.0 çêbû
PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Calofoniayê li nêzî peravên San Franciskoyê, bi dereca 7.0 erdhejekî çêbû. Encama zerara erdhejê hêj nehatiye ragihandin.
Erdhej bi wextê Kurdistanê seet di 22.14an de û bi wextê DYAyê seet di 11.44an de çêbû. Erdhej di bin erdê de di kûrahiya 14 km yan de çêbû.
Rayedarên eyaletê piştî erdhejê hişyariya Tsunamiyê dan xelkê. Wê di seetên pêşiya me de encama erdhejê ya neyînî eger hebe dê bê ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin