Li eyaleta Georgia ya DYAyê êrîsê ser lîsê kirin: 2 kustî û 4 birîndar

04 September 2024 20:32 0 dîtin
Li eyaleta Georgia ya DYAyê êrîsê ser lîsê kirin: 2 kustî û 4 birîndar

PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Georgiayê li bajarê Winderê, di lîse ya bi navê Apalachee de êrîşa çekdarî pêk hat û di encamê de herî kêm 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Li ser êrîşê polîs yekî xist bin çav.

Piştî êrîşê xwendevan ji dibistanê hatin tehliyekirin, gelek polîs û mabûlans çûn ciyê bûyerê.

Baregeha FBI ya li Atlantayê ji bo ji hêzên asayîşê de bibe destek, ajanên xwe şand Lîsê.