Li eyaleta California ya Amerîkayê balafir ket: 6 kes mirin
PeyamaKurd - Li eyaleta California ya Amerîkayê balafir ket. Her 6 kesên di balafirê de bûn mirin. Balafir ji Las Vegasê ji balafirgehê bi hewa ketibû û li başûrê eyaletê, nêzî balafirgehê ket jêr. Balafira ku ket hat dîtin û piştî ketinê, agir bi balafirê ketiye.
Li gor ragihandina Îtfaiya herêma Riverside; balafir hatiye dîtin ku 6 kesên tê de bûn can dane. Rêxistina ewlehiya netewî ya gihandinê ya Amerîkayê (NTSB) û Daîra federal ya hewageriya Amerîkayê (FAA) li ser qezayê lêkolînan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin