Li Îranê erdhej çêbû

05 March 2024 10:48 0 dîtin
Li Îranê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li başûrê rojhilatê Îranê li parêzgeha Sîstan-Belûçîstanê erdhejek bi hêza 5.6 pêk hat.

Li gorî daneyên Navenda Erdhejnasiya Neteweyî ya Îranê, erdheja bi hêza 5.6 rîxterê ku navenda wê bajarokê Fenuc a eyaleta Sîstan Belûçistanê ye, li gorî saeta herêmî saet 07.50an pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 80 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Rêveberiya Krîzê ya Sîstan-Belûçistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku heta niha ji herêmê agahî nehatine bidestxistin.