Li eyaleta Mississippiyê di otobusa wergeriya de 7 kes mirin û 37 kes birîndar bûn

31 August 2024 21:17 0 dîtin
Li eyaleta Mississippiyê di otobusa wergeriya de 7 kes mirin û 37 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li eyaleta Mississippiyê otobusa 47 rêwî tê de bûn wergeriya, 7 kes mirin û 37 kes birîndar bûn. Otobus li ser rêya bajarê Vicksburgê di wexta di rêya xwe de diçû, ji ser rê derket û wergeriya.

37 birîndarên rêwî bi ambûlansan birin nexweşxanên li bajarên Vicksburg û Jacksonê.

Dadgerê edlî yê Warren County ê Doug Huskey ragihand ku di nav miriyan de 2 bira/xwuşk ên 6 salî û 16 salî hene.