Mîdîbusa ku xwedevana dibir tûrnûvayê wergeriya: 2 kes mirin û 26 kes birîdarin
PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Denizliyê mîdîbusa ku xwendevanan dibir tûrnûwa li Îzmîrê ya halterê, nêzî navça Buldanê wergeriya û çû heya nav zeviyê. Di encamê de 2 kes mirin û 26 kes birîndar bûn. Li îzmîrê wê tûrnûwa halterê an ku rakirina giraniyan çêbibe û xwendevan diçûn tûrnûwayê da tevlî wê bibin.
Ji ber grûba xwendevanan qelebalixe û birîndar zêdene, gelek ambûlans bi tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiye çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên nêz.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin