Mîdîbusa leskeran hildigirt wergeriya û 14 lesker birîndar bûn

16 November 2021 23:37 0 dîtin
Mîdîbusa leskeran hildigirt wergeriya û 14 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Tekirdağê otomobîlekî û mîdûbusa ku leşkeran hildigirt li hev ketin û mîdîbus wergeriya. Di encamê de 14 leşker birîndar bûn. Di nav leşkeran de rewşa yekî ji wan nexweşe.

Qeza li dora 18.00 ê êvarê li ser rêya Tekirdağ-Malkarayê li devera Pira Seymenliyê çêbû. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyên der û dor ji bo dermankirinê.