Êrîsê alava ku polîs û leskeran hildigirt, kirin: 8 kustî
PeyamaKurd – Li eyaleta Îmo ya Nîjeryayê li herêma Ehime Mbano alava ku polîs û leşkeran hildigirt ket ber êrîşa hinekan û di encamê de 8 kes mirin. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe lê li başûrê Nîjeryayê Rêxistina Gelên Xwecîh ya Biafrayê (IPOB) carna tevgerên weha dike.
Ragihandin ji terefê rojnama Punchê de hat kirin û ji kesên kuştî 5 ji wan leşkerin û 3 ji wan polîsin. Berdevkê polîsê eyaleta Îmoyê Henry Okoye, êrîşê piştrast kir û got ku hêzên asayîşê çûne ciyê bûyerê.
Li başûrê Nîjeryayê xelkê Biafrayê di sala 1967an de ji bo dewleta xwe deyne raperîn kiribû û di şerê nav xwe de bi milyona xelk hatibû kuştin. Lê di encamê de car din Biafra ketibû bin destê Nîjeryayê.
Dewleta Nîjeryayê her çendîn IPOB ê terorîst qebûl bike jî, ew dixwaze dewleta xwe ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin