Êrîsê noqta kontrolê ya polîs kirin: Polîsekî mir û yek jî birîndar bû

18 July 2024 21:46 0 dîtin
Êrîsê noqta kontrolê ya polîs kirin: Polîsekî mir û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li Sirbistanê li bajarê Loznica êrîşê noqta kontrolê ya polîs kirin û di encamê de polîsekî mir û polîsekî birîndar bû. Ji ber di ereba êrîşker de pasaporta Kosovayê hebû, wezîrê karên derve yê Sirbistanê tevgerê bi terorê binav kir. Tewana terorê ji aliyê wezîrê karên navxwe yê Sirbistanê Ivica Dacic de do bi şev hat kirin.

Polîs, li bajarê navborî do bi şev seet di 01.00an de normal kontrola xwe dikirin, dema erebeyekî dan sekinandin, ji erebê bi çekan li polîsan xistin. Gule li singa polîsê bi navê Nikola Krsmanovic ket û can da. Guleya dinê li girmila polîsê bi navê Vjekoslav Ilic ket û êrîşker reviya. Wezîrê karên navxwe Ivica Dacic got:

“Di ereba ku êrîşker dajot de, pasaportekî bi navê Artan Hajrizi ya Kosovayê û pê re nasnama ku ji aliyê Almanya de hatiye dayîn, hat dîtin. Ew polîsekî kuşt û ew ji  Arnawûtên Kosovayê tê û tevgerekî terorîst pêkanî. Ev bûyer tesaduf nîne.”

Wezîr, her weha got ku ji kesekî tê gumankirin ku li Sirbistanê alîkariya wî kiriye û li Bosna Hersekê li bajarê Bijeljina bi hevkariya polîsê Bosna Hersekê hatiye girtin.

Polîsê Sirbistanê ji bo êrîşker bê girtin, bi helikopter û dronan xebata xwe dewam dikin.

Li aliyê dinê serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti piştî bûyerê daxwuyanî da û got:

“Ez difikirin ku bûyerê polîtîze nekin, weke babeta ewlehiyê lê binêrin, divê profesyonel û ji terefê hûqûqê de lê binêrin.”