Êrîsê ereba polîsan kirin û 3 polîsan kustin
PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Zacatecas dema polîs bi ereba xwe wezîfa dewriyê dikirin, hinek kes êrîşê birin ser ereba dewriyê û 3 polîsan kuştin. Sekreterê giştî yê eyaleta Zacatecasê Rodrigo Reyes Muguerza ragihandinê kir û got:
“Li taxa Buenavistayê polîsên ku dewriye digeriyan bi çekan li wan xistin û 3 polîs jiyana xwe ji dest dan. Jİ candayiyan yek jê jin e. Ez ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji êrîşkeran 3 kes hatin kuştin. Kesên ku fermanê dane heya bên desteserkirin wê operasyon dewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin