Êrîsê ereba polîsan kirin û polîsekî hat kustin
PeyamaKurd- Li bajarê Îstenbolê li navçeya Bağcılarê êrîş birin ser erebeya polîsên narkotîkê û di encamê de 2 polîs birîndar bûn. Polîsê ku birîna wî xedar bû û gule li singa wî ketibû di cîh de jiyana xwe ji dest da.
Bûyer di dema ku ereba polîsan di rêya xwe de diçû leqayê êrîşê hat. Polîsê birîndar birin nexweşxane ya Medipolê ya Bağcılarê. Piştî bûyerê operasyon hat destpêkirin û helikopter jî ketine nav operasyonê.
Di encamê de 3 kesên gumanbar yên bi navên S.B. (19), O.I. (17) û A.A. (17) hatine binçavkirin. Di bûyerê de 2 sîlihên ku hatine bikarnîn hatine girtin lê sîlihekî jî di qutiya gilêşê de hat dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin