Êrîsê ser qerqola polîsan kirin: 1 kustî û 11 birîndar

22 September 2023 22:18 0 dîtin
Êrîsê ser qerqola polîsan kirin: 1 kustî û 11 birîndar

PeyamaKurd – Li Kolombiyayê li devera rêvebiriya Caucayê li navça Jamundi li taxa Potrerito, bi erebeyekî bombe barkirî êrîş kirin serqereqola polîsan û di encamê de kesekî mir û 11 kes birîndar bûn. Rêvebir êrûışê şermezar kirin lê behsa kêmasiya îstîxbaratê jî kirin.

Şaredarê bajarê Jamundi Andres Felipe Ramirez ragihand ku di êrîşê de kesekî can daye û 11 kes birîndar bûne. Ramire êrîşê şermezar kir û got:

“Divê em giraniya xwe bidin ser ciyên ku sûc lê zêde dibin. Kêmasiya îstîxbaratê heye.”

Serokkomarê Kolombiya Gustavo Petro jî di ser hesabê xwe yê X ê de daxuyanî da û êrîşê şermezar kir. Di daxwuyaniyê de got:

“Li Jamundi êrîşekî çêbû. Em ê dewam bikin û aboriyên ne rewa bikin hedefa xwe. Bersiva wan jî tevgerên terorê ne. Em teslîm nabin. Divê hêza giştî ya leşkerî bibe desthilatê deverê. Em, weke hukumet çi pêdivî hebe em ê bikin.”

Di 20 ê Êlûnê de car din li bakûrê Caucayê, bi erebeyên tije bombe êrîş kiribûn ser qereqolan û di êrîşan de 2 kes miribûn û gelek kes birîndar bû bûn.