Li bajarê Humusê bi dronê êrîsê ser erebeyekî kirin: 1 kustî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Humusê drona ku nehat zanîn aîdê ku derê ye, li otomobîlekî xist û di encamê de kesekî di otomobîlê de hat kuştin û 3 kes birîndar bûn. Piştî êrîşê sîstema bergiriya hewayî ya Sûriyê xebitî da bersivê bide dronê.
Êrîş, seet di 14.55an de çêbû. Li gor ajansa fermî ya Sûriyê ya SANAyê, bûyer li gundên Humusê çêbûye û sîstem xebitiye da bersivê bide.
Her weha do piştî nîvê şevê êrîşekî weha biribûn ser gundên rojavayê Humusê ku li wê derê balafirgehên biçûk yên Tedmur û T4 balafirgeha leşkerî hene ku grûbên bi desteka Îranê wan bikartînin.
Li ser mijarê heya niha Îsraîlê ti daxwuyanî neda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin