Li Nîjerê êrîsê mizgeftê kirin: 44 kustî û 13 birîndar hene
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Nîjerê li jîngeha Kokorouyê di êrîşa bi çekên giran ya ser mizgeftê de 44 kesên sîvîl mirin û 13 kes birîndar bûn. Piştî êrîşê dewletê bo 3 rojan şîn a netewî ragihand.
Wezareta bergiriyê ya Nîjerê ragihand ku bûyer li nêzî sînorê Burkina Faso û Maliyê, li bajarê Kokorou li gundê Fombitayê di wexta limêja nîvro ya duhî de qewimiye. Terorîstan bi çekên giran mizgeftê dorpêç kirine û li xelkê dane.
Wezaretê got ku di êrîşê de 44 kes mirine û 13 kesên birîndar hene û birînên wan xedarin. Piştî êrîşê, êrîşker, agir bera bazarekî û xaniyan dane û paşde vekişiyane.
Wezaretê reagihand ku ji êrîşê grûba EIGS ku bi DEAŞê ve girêdayiye berpirse.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin