Li Tûnisê êrîsên xwekustinê birin ser ereba polîsan
PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tûnisê ragihand ku du êrîşên xwekujî çêbûne û di êrîşa yekem de hedef ereba polîsan bûye. Ciyê êrîş birine ser erebê li wê derê gelek kafe hene, nêzî balyozxaneya Fransayê ye û li Bûlwara Hebîb Bûrgîba çêbûye. Di vê êrîşê de 5 kes birîndar bûne ku 2 ji wan polîsin.
Êrîşa dinê nêzî qereqoleka polîsên li dijî terorê ku li taxa El-Curcaniye çêbû. Li gor belavkirina wêneyên nûçeyê; ereba polîsan hatiye roxandin û cenaze kesê xwekuştî xuya dike. Li gor ragihandina fermî; di bûyerê de tenha xwekuştî miriye lê li gor çavkaniyên ne fermî tê gotin ku di bûyerê de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin