Rûsya û Esad bi hev re êrîsên mosekî birin ser Îdlibê

24 April 2022 19:08 0 dîtin
Rûsya û Esad bi hev re êrîsên mosekî birin ser Îdlibê

PeyamaKurd-Rûsya û Esad bûn yek û  hem ji hewayî hem ji bejahî êrîşê herêmên li bejahiya Îdlib û Hamayê, yên li başûr-rojavayê Sûriyeyê kir. Li gorî nûçeyên herêmî, heman êrîşa hewayî li Efrînê jî hatiye kirin.

Hat zanîn ku hêzên rejîma Sûriyeyê û milîsên alîgir ên bi piştgiriya Îranê, herêmên leşkerî yên aîdê komên muxalif ên Sûriyeyî bombarduman kirine. Çavdêrên li Îdlibê di derbarê êrîşan de ragihandin ku balafirên şer ên Rûs, şeva înê nêzîkî 8 êrîş birine ser herêmên el-Bera, Beyneyn, Mecdeliya, Ma’arat Misrin û Termaninê.

Li gorî çavkaniyên ji nûçeyên herêmî hatine bidestxistin, li Daru’l-İzze û Efrinê jî êrîşên hewayî hatine kirin. Heta niha di derbarê hejmara kuştî yan jî birîndaran de agahî nehatine parvekirin.