Li Dêrezorê êrîsên hewayî birin ser grûbên bi desteka Îranê

03 February 2024 02:06 0 dîtin
Li Dêrezorê êrîsên hewayî birin ser grûbên bi desteka Îranê

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Dêrezorê li navça Meyadînê li baregeha Mezar Elî û gundên Haydariyye û Şibliyê ku grûbên bi desteka Îranê li wan deran dimînin, alavên ku nasnama wan nayê zanîn yên hewayî êrîşê ser wan kirine. Tê gotin ku gelek kuştî û birîndar hene.

Nehat zanîn bê encama êrîşan çawaye û êrîş ji terefê kî de hatine kirin. Lê Amerîka piştî li ser sînorê Urdinê êrîşê baregeha wan kirin, gotibû ku wê tola xwe hildin. Lê nayê zanîn bê Amerîka vê êrîşê kiriye an na.